FESTÎVALA ZAROKAN YA LI KOBANÊ Û REQAYÊ BI XELATKIRINA BEŞDARAN BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

8’emîn Festîvala Zarokan ya kantona Firatê û 6’emîn Festîvala Zarokan ya kantona Reqayê, ku duh hatibûn destpêkirin, îro bi xelatkirina komên beşdar bi dawî bûn.

Li bajarê Kobanê 8’emîn Festîvala Zarokan ya kantona Firatê ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çandê ve hatibû lidarxistin, di roja duyemîn de bi dawî bû.

Festîval bi dirûşma ” Em jî dixwazin Rêber Abdullah Ocalan bibînin “bi beşdariya zarok, komên hunerî û girseya gel, duh hat destpêkirin.

Komên hunerî yên beşdarî festîvalê bûne, hunerên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê de beşdarên festîvalê hatin xelatkirin.

Her wiha 6’emîn Festîvala Zarokan ya ku duh li bajarê Reqayê hatibû destpêkirin, îro bi dawî bû.

Festîval bi dirûşma”Zarokên me kevokên Aştiyê ne” li Hola Tac ya Reqayê hate lidarxistin.

Bi dehan endamên saziyên çandî û malbatên zarokan beşdar bûn.

Di festîvalê de komên zarokan derketin ser dikeyê û berhemên xwe yên weke şano, govendên gelêrî, xwendina helbestan û stranbêjî pêşkêş kirin.

festîval îro di roja dawiyê de bi xelatkirina komên beşdar bi dawî bû.

Share This Article