Mamosteya jineolojî ya kantona Efrîn-Şehbayê Gulîstan Ebdo ji Rojava TV re behsa kesayet û xebata şehîd Nagîhan Akarsel kir û tekez kir ku ew ê li ser şopa Şehîd Nagîhan têkoşîna azadiyê mezin bikin.
Di 4’ê Cotmeha 2022’an de endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Rojnamevan Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê di encama sûîqesta dewleta Tirk de şehîd bû.
Şehadeta nagihan akarsel ku pêşengiya xebatên jineolojî li her çar aliyên kurdistanê kir, hêrsek li gel jinan çêkir li gel wê jî hêzek da jinan ku zanista xwe li pêş bixin û li ser şopa wê tevahî jinan azad bikin.
Ji ber ku şehîd nagîhan akarsel kesayeteke zana û pêşeng bû her sal di vê dîrokê te bi rêz û hurmet tê bi bîranîn.
derbarê şehadeta Nagîhan Akarsel de, mamosteya jineolojî ya kantona Efrîn-Şehbayê Gulîstan Ebdo got, şehîd nagîhan ji bo azadiya jinan û dawîanîn ali hêşmendiya paşverû têkoşîneke bê hemapa meşand.
Gulîstan Ebdo tekez kir ku ew ê li ser şopa şehîd nagîhan akarsal têkoşîna mezin bikin.
li her derê dema ku jin ji bo gelê xwe ji têkoşînê re pêşengiyê dikin, ji aliyê hêzên dagirker û baviksalar ve, tên hedefgirtin.
tevî ku jin her roj rastî gefên dewletê û zihniyeta mêr tên , lê di berxwedan û têkoşîna xwe de bi israr in.
