Ji bo şermezarkirina 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê, mala Êzidiyan a kantona Cizîrê li bajarê Amûdê meşek li dar xist.
Di meşê de pankêrtên qurbaniyan hatin hildan û dirûşmeyên bijî statuya Rêveberiya Xweser a Şengalê hatin berzkirin.
Meşê ji çerxerêya Jina Azad dest pê kir û heya çerxerêya Şengalê dewam kir.
Di meşê de li ser navên mala Êzidiyan û Kongra Star axaftin hatin û şehîdên jenosîdê hatin bibîranîn.
