Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro di civîna xwe ya asayî de resnivîsa qanûna saziyên amadekirin û çaksaziyê erê kir.
Civîsa asayî ya Meclisa Gelan a Demokratîk bi beşdariya Bi endamên Meclisa Gelan, meclisa Cîbicîkar û meclisa Zagonsaz li hola civînan a rêveberiya Xweser a li Reqayê li dar ket.
Di civînê de xalên zagona birêxistinkirina Saziyên amadekirin û çaksaziyê ku ji 91 made û 20 beşan pêk tê, ji aliyê dîwan û beşdaran ve hatin erêkirin.
Li gorî Meclisa Gelan armanc ji zagonê ew e ku sûcdarên tawanan ji nûve werin amadekirin, perwerdekirin û fêrkirin da ku tevlî civakê bibin û dûrî tewanan bimînin.
