XELKÊN AMÛDÊ BI MEŞEKÊ PIŞTEVANIYA XWE YA LI GEL QSD’Ê PIŞTRAST KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên bajarê Amûdê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Amûdê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî li hev kom bûn û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Di meşê de dirûşmeyên bimre dagirkerî û berxwedan jiyan e, hatin berzkirin.

Her wiha axaftin jî li ser navên Rêveberiya Xweser û Kongra Star hatin kirin û êrîşên Tirkiyê weke hewldana qirkirina gelên herêmê hate binavkirin.

Meşvanan piştarst kirin ku, heta dawiyê ew ê li pişta QSD’ê û Rêveberiya Xweser bin û bi hev re destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Meş bi tekezî li ser mezinkirina asta têkoşîn û berxwedaniyê bi dawî bû.

Share This Article