3’EMÎN KONFERANSA MECLISA JINAN A MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

3’emîn Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarokê Rimêlanê yê li kantona Cizîrê hat lidarxistin.

Konferans li hola Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê yê kantona Cizîrê bi beşdariya nêzî 400 delegeyên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêve çû.

Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir.Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Sureya Hemû, bi navê Kongra Star Gulistan Gulo û bi navê YPJ’ê fermandar Kurdistan Koçer axivîn.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku ku rola pêşeng a jinan a di domandina rêya şehîdan, roleke sereke ye.

Endama Kongra Star Elîf Hemo jî rewşa siyasî ya li Sûriyeyê û guhertinên li Rojhilata Navîn şîrove kir.

Di konferansê de dê rapora xebatên 2 salên borî yên meclisê û rêzikname hat xwendin û nîqaşkirin. konferans bi komek encam bi dawî bû.

Share This Article