Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê îro li bajarê Kobanê 7’emîn festîvala Zarokên Firatê li dar xist.
Festîvala ku dê du rojan berdewam bike bi dirûşma” Em zarokên agir û rojê bi çand û hûnera xwe tecrîdê têk bibin serokê xwe hemzbêz bikin” li navenda çand û hûnera Baqî Xido dest pê kir.
Bi dehan komên zarokan ên stran, govend, şano û helbestan di festîvalê de cih digrin.
Di festîvalê de Piştî deqeyek rêzgirtinê Rêvebera Hîlala Zêrîn Fatma Xelîl diyar kir ku, armanca wan ji festîvalê zindîkirina rihê zarokan e.
Paşê komên stran, şano û govend berhemên xwe pêşkêş kirin.
