XELKÊ KANTONA EFRÎN Û ŞEHBAYÊ DEST BI BERHEVKIRINA MEWSIMA PETATA KIRIN E

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkê Kantona Efrîn-Şehbayê her sal weke van deman ji Tîrmeh heta Çotmehê dest bi mewsima berhevkirina hin cûreyên sebze û fêkîyan dike.

Her sal wekî van çaxan, ji Tîrmeh heta Çotmehê mûsima çînîna hin cûreyên sebze û fêkîyan dest pê dike.

ji wan jî mûsimê çinîna Petata ye, Jinên kantona Efrîn û Şehbayê, ji beriya demekê ve dest bi berhevkirina mewsima batata kirine.

ji ber dorpêça hikûmeta şamê, xelkên kantonê û koçberên Efrînê neçar dibin ku debara xwe bi berhemên xwe yên xwecihî bikin, lewra çandina sebzeyan tişta sereke ya ku pê radibin.

Çotkarê bi navê Înat Elo yê ji gundê Ehresê ji Rojava Tv re behsa rakirina mewsima çînîna batata û cureyên wê dike.

Înat Elo dibêje dorpêça hikûmeta şemê bihaya pêdivîyan zêde kiriye, ev jî dibe zehmetiyek mezin li pêşberî karê wan.
cotkarên herêmê dibînin ku mijûlbûna bi mûsimê Petata re feyda wê pir baş e, ji ber ku qezencek mezin çêkir, ku wan teşwîq dike ku tecrûbeya xwe dubare bikin û pêş bixin.

Share This Article