BERXWEDANA XELKÊ MEXMÛRÊ LI DIJÎ DORPÊÇKIRINA WARGEHÊ 15 ROJ IN DIDOME

Rojava Tv
1 Min Read

Berxwedana penaberên Mexmûrê ya li dijî Dorpêçkirina wargehê 15 roj in bê navber dewam dike, Leşkerên Iraqê hîna dora wargehê bernedane û gel jî di konan de nobeta xwe berdewam dike.

Ji 20’ê Gulana Derbasbûyî ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan a Mexmûr Dorpêç bike. Ji roja destpêkê heya niha penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê li ber xwe didin.

Leşkerên Iraqê her roj hewl didin dora wargehê têl bikin û dorpêç bikin.

Doh xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê bi şev jî di konên berxwedanê de heya siharê nobet girtin û heya niha ev berxwedanî dewam dike.

 

Share This Article