Encuemna Giştî ya Reqayê bi Hevkariya Komîteya Azadiya Rêber Ebdullah Ocalan, îro çalakiya Konvedanê li bajarê Reqa li dar xist.
Çalakî bi dirûşmeya Azadî ji bo Rêber Ocalan û bi Amadebûna bi dehan Şêniyên Reqa û Endamên Saziyên Rêveberiya xweser hate li dar xistin.
Tê payîn ku konvedan bi rojan dewam bike.
Hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî di Encumena sivîl ya bajarê Reqayê de Cîhad Hesen Tecrîda li ser Rêber Ocalan Şermezar kir û bang li civaka Navdewletî kir ku kiryarên Dewleta Tirk Sînordar bikin.
