ŞÊNIYÊN QAMIŞLO CENAZEYÊ ŞEHÎD MAŞÛQ MIHEMED OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Maşûq Serbaz Mihemed bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê hat oxirkirin.

Şêniyên bajar û gundewarên Qamişloyê beşdarî merasîmê oxirkirina şehîd Maşûq bûn.

Di merasîmê de li ser navên Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya bajarê Qamişlo axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin.

Axêveran gotin, dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe hewl dide projeya me têk bibe. Lê bi hezaran şervanên mîna şehîd Maşûq ji bo parastina herêmê û têkbirina van hewldanan têkoşînê dikin.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” hat veşartin.

Share This Article