NIVÎSGEHA DIRAV Û DAYÎNAN A QAMIŞLO BELAVKIRINA FATÛREYÊN GENIM DIDOMÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Nivîsgeha dirav û dayînê ya Rêveberiya Xweser ya kantona Cizîrê di belavkirina fatureyên genim yên cotkaran de berdewam e.
Li gorî rêveberiya nivîsgehê, wan heta niha li ser asta kantona Cizîrê nêzî 8 hezar fatureyên genim belav kirine.

Nivîsgeha Dirav û Dayînan a Bajarê Qamişlo belavkirina fatureyên genim ên cotkaran didomîne.

Nivîsgehê sîstemeke belavkirina fatûreyan daniye ku ew jî destpêkê navên cotkaran li ser torên xwe yên civakî belav dike û li gorî wê cotkar bi rêzê fatûreyên xwe xerc dikin

Li gorî rêveberiya nivîsgehê, wan heta niha li ser asta kantona Cizîrê nêzî 8000 hezar fatureyên genim belav kirine.

têkildarî mijarê Rêveberê Nivîsgeha Dirav û Dayînan ya Kantona Cizîrê Rênas Hemo ji ROJAVA TV re behsa berdewamiya belavkirna fatûreyên genim dike.

Her wiha cotkaran jî ji aliyê xwe ve behsa mewsimê îsal û berhema wê kirin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê genim ji cotkaran wergirtibû û buhayê her kîloyekê bi 31 centên amerîkî diyar kiribû.

Li kantona cizîrê sê navend ji bo radestkirina fatureyên genim hatine destnîşankirin ku ew jî li bajarên Dêrik, Hesekê û Qamişloyê ne .

Share This Article