Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd – Eşrefiyê Mustefa Şahîn têkildarî peymana di navbera meclîsa herdu taxan û Desthilata Şamê de ji Rojava TV re nirxandin kir û got, ew ê di nava xebatên xwe de êşên gel û başkirina rewşa taxan esas bigirin.
Di 1’ê Nîsana 2025’an de peymanek di navbera meclîsa giştî ya taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û Desthilata Şamê de pêk hat.
Peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd – Eşrefiyê û desthilata Şamê de ku hatibû îmzekirin ji 14 xanî pêk pê.
Herdu alî ji bo pêkanîna xalên di peymanê de di nava civîn û xebatan de ne.
Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd – Eşrefiyê Mustefa Şahîn ji Rojava TV re got, ew ê di nava xebatên xwe de êşên gel û başkirina rewşa taxan esas bigirin.
Mustefa Şahîn di nava axaftinên xwe de diyar kir ku dê şaredariya herdu taxan û şaredariya bajarê Helebê bi hev re xizmetê pêşkêş bikin.
Di peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û desthilata Şamê de pêşxistina jiyana bi hev re û birêxistinkirina ewlehiya hundirîn hat tekezkirin.
