XIRISTIYANÊN HERÊMÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ DÊRA MAR ILYAS ŞERBEZAR KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Êrîşa li dijî Dêra Mar Ilas ya li herêma Diwêla ya Şamê pêk hat fikarên kêmnetewên di Sûriyê de zêde kir.
Xiristiyanên bajarê Tirbespiyê êrîşa li dijî dêrê şermezar kirin û banga parastina tevahî pêkhateyên li sûriyê kirin.

Êrîşa ku di 22’ê Hezêranê li dijî Dêra Mar Ilas ya li Diwêla paytexta Şamê pêk hat û çekdarên bi navê “Ensar Seraya El Suna” girt ser xwe, fikarên kêmnetewên di Sûriyê de zêde kir.

Di wê êrîşa hovane de, zêdetrî 55 kes birîndar bû û 22 kes jî bûn qurbanî, ev komkujî rastî bertekên herêmî û navnetewî hat.

Endamê Yekîtiya Suriyan a bajarê Tirbespiyê Samwêl Enter bi riya Rojava Tv nameyek da û tê de banga parastina tevahî pêkhateyên li sûriyê kir.

Endamê Mecila Milî ya Xiristiyên Tirbespiyê Horo Ferec Marokî jî êrîşa li dijî dêrê şermezar kir û got ku hêviya wan wê her tim xurt bimîne.

piştî ketina rêjîma Bais hêviyên pêkhateyên Sûriyê ji bo Sûriyeke bi ewle û aram xurtir bû, piştî êrîşa çekdarên hikûmeta veguhêz a Sûriyê li dijî Elewiyên li perava Sûriyê di Adara 2025’an de metirsî li cem kêmnetewên sûriyê çêkir.

şareza û pispor jî van komkujiyan weke tevliheviyekê di navbera pêkhateyên sûriyê de binav dikin.

Share This Article