Xebatên desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Firatê ya avakirina lîstikgeha Kobanê, ku li ser asta herêmê lîstikgeha herî mezin e, ber bi dawiyê ve diçin.
Ev dîmenên ku hûn li ser ekranên Rojava TV temaşe dikin, dîmenên herî nû yên lîstikgeha Kobanê ne.
Lîstikgeha Kobanê bi amûrên modern û pêşketî tê avakirin û dê bikare pêşwaziyê li zêdetirî 5 hezar kesî bike.
Xebatên avakirina lîstikgehê di sala 2019’an de hatibûn destpêkirin, lê ji ber êrîşên dagirkeriyê dem bi dem dihate rawestandin.
Li gorî agahiyên desteya ciwan û werzîşê dirêjahiya lîstikgehê 110 metre û panahîya wê jî 80 metre ye. Her wiha lêçûna wê jî nêzîka 600 hezar dolarên amerîkî ye.
