Koçberên Efrînî yên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dijîn, li warê koçberiyê û tevî hemû şertûmercan, daran diçînin û girêdana xwe ya bi xwazayê re bilêv dikin.
Koçberan gotin, ew bi çandina daran û geşkirina xwazayê bêhna xwe derdixin û bêrîkirinên xwe yên ji bo Efrînê tînin ziman.
Koçberên Efrînî ku temenê xwe di çandina daran û şîkahiyan de windakirine, êdî çandinî û xwaze bûye rêhevalê wan ê jiyanê.
Koçberên Efrînî yên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dijîn, li warê koçberiyê û tevî hemû şertûmercan, daran diçînin û girêdanbûna xwe ya bi xwazayê re bilêv dikin.
Koçberê Efrînî yê bi navê Mecîd Mustefa got, ew bi çandina daran û geşkirina xwazayê bêhna xwe derdixin û bêrîkirinên xwe yên ji bo Efrînê tînin ziman.
Koçberê Efrînî Mihemed Nesan jî ku di şitilgehê dar û gulan de kar dike, anî ziman ku ew dixwazin çanda çandina daran li her deverê belav bikin. Her wiha daxwaza vegereke bi ewle warê xwe.
Li gorî raporan, bi dagirkirina bajarê Efrînê di sala 2018’an ji aliyê dewleta Tirk a Dagirker ve, komên çeteyan bi deh hezaran darên daristan û zeytûnan ku yek ji çavkaniyên sereke yê Efrînê ne birîn û şewtandin.
