LI QAMIŞLO KURDÊN BÊ NASNAME SERLÊDANA NAVENDA QEYDKIRINÊ DIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

Di çarçoveya pêkanîna biryarnameya 13’an ku ji aliyê serokê hikumeta Demkî ya Sûriyê Ehmed El Şeri ve hatibû ragihandin, ev heyama 3 rojane li bajarên Cizîrê, daxwaznameyên hemweltîbûnê tên dagirtin.

Welatiyan kêfxweşiya xwe ji Rojava tv re anîn ziman û gotin ku ev gav piştî ked û bendewariyeke dêrij gaveke erênî ye.

Piştî 68 salî ji bêparbûna pêkhateyên Kurd ji nasnameya hemwelatîbûna Sûrî ku di biryarnameya 93’an ku di sala 1962 an de derketibû, bi hezaran kurd rastî gelek zehmetî û pirsgirêkan weke nekarîna wergirtina perwerdryê, dûrxistina ji karmendî û nekarîna belgekirina mal û milkên xwe hatin.

Piştî ketina rejîma Baas û li gor biryarnameya 13’an ku ji aliyê serokê hikumeta Demkî ya Sûriyê Ehmed El Şeri ve hatibû ragihandin, ev heyama 3 rojane li yargeha 12 Adarê ya bajarê Qamişlo, bi Sedan welatiyên kurd serlêdanê dikin da ku daxwaznameyên hemweltîbûnê werbigrin.

Welatiyan kêfxweşiya xwe ji Rojava tv re anîn ziman û gotin ku piştî dehê salan ewê nasnameya xwe ya sûrî werbigirin.

Serokê Komîteya Kesên Neqeydkirî Şemsedîn Husam jî diyar kir ku rojane bi sedan welatî serlêdana navenda qeydkirin dikin.

Rojana ji seat 9’ê sibeha heya 3’ê nîvroj qeydkirin berdewam dike Li gorî wezareta karê hundirîn hikumeta demkî pêvajoya qeydkirinê heya 6 gulanê wê dewam bike.

Share This Article