Roja îniyê wezîrên karên derve yên Fransa û Almanyayê serdana Şamê kirin û li gel serokê Hikûmeta Demkî Ehmed Şeri civiyan.
Her du wezîran di gotarên xwe de pesna Rêveberiya Xweser û QSD’ê dan.
Rêveberê navenda Kurdî ya lêkolînan Newaf Xelîl û Serokê rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê ji Rojava TV re helwestên wan welatan şîrove kirin.
Piştî rûxandina rejîma Baas’ê û desthilata malbata Esed, li Sûriyê trafîkeke dîplomasî ya mezin dest pê kiriye.
Herî dawiyê roja îniyê wezîrên karên derve yên Fransa û Almanyayê serdana Şamê kirin û li gel serokê Hikûmeta Demkî Ehmed Şeri civiyan.
Her du wezîran di gotarên xwe yên li gel medyayê de pesna Rêveberiya Xweser û QSD’ê dan û piştrast kirin ku divê di Sûriya nû de roleke sereke bilîzin.
Rêveberê navenda Kurdî ya lêkolînan Newaf Xelîl ji Almanyayê behsa helwesta wezîra wî welatî dike.
Serokê rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê jî ji Parîsê gotara wezîrê Fransayê rave dike.
27’ê mijdara sala derbasbûyî Heyet Tehrîr Şam li dijî Beşar Esed dest bi operasyona Rûbirûbûna dijminkariyê kir û 8’ê kanûnê jî rejîma wî têk bir.
Piştî têkçûnê niha nîqaş li ser Sûriya nû tên kirin û bala piraniya cîhanê û Sûriyan jî li ser projeya Rêveberiya Xweser e.
