RÊVEBERIYA XWESER A FIRATÊ ÊRÎŞÊN 20’Ê ÇILEYÊ YÊN LI DIJÎ EFRÎNÊ ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê di salvegera 5’emîn a êrşên li ser Efrînê daxuyaniyek da û banga têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kir.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê di daxuyaniya de diyar kir ku kiryarên tirkiyê ên li Efrînê biryarên navneteweyî û biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254’an binpê dike.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bang li civaka navdewletî kir ku ji bo rawestandina tewanên şer, guhertina demografiyê ku li Efrînê diqewimin, destwerdanê bikin û bi erkên xwe rabin.

Her wiha Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bang li hemû pêkhateyên li Sûriyê kir ku bibin yek û bi hev re tê bikoşin da ku dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin.

Share This Article