Bi boneya salvegera 11’emîn a damezirandina Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê, weqfa Jin pêşangehek li Qamişloyê vekir.
Pêşengeh di bin diruşmeya “Hunera jinan rûmeta civakê ye” hate vekirin.
Bi dehan endamên weqfê, saziyên sivîl û jinên Qamişloyê li navenda Weqfa Jina Azad a li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê tevlî pêşengehê bûn.
Di pêşengehê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, axaftin ji aliyê Rêvebera Weqfa Jina Azad Sultana Xişo ve hate kirin û hate gotin ku ew ê her armanca wan a sereke ew be ku ji bo pêşxistina hunera jinan xebatê bidin meşandin.
