OFÎSA JIN A MECLÎSA IDLIB A KESK DERBARÊ 8’Ê ADARÊ DAXUYANIYEK DA

Rojava Tv
1 Min Read

Ofîsa jin a meclîsa Idlib a kesk ya li Reqayê derbarê 8’ê adarê daxuyaniyek da.
Ofîsê di daxuyaniya xwe de got, bi saya felsefeya Rêber APO û şoreşa Rojava jinên herêmê rola xwe di nava civakê de nas kirin û civak bi rêve birin.
Ofîsa jin a meclîsa Idlib a kesk anî ziman ku, ne tenê di sûriyê de lê li ser asta rojhilata navîn bi giştî jinên bakur û rojhilatê sûriyê bûne mînaka jinên berxwdêr.
Her wiha Ofîsê got, di avakirina rêvberiya xweser de jin bi roleke mezin rabûn û di civakê de bûn xwedî biryar, her wiha di hevserokatiyê de cih girt û mohra xwe li dîrokê xist.
Ofîsa Jin a meclîsa Idlib a kesk di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku divê jin cihê xwe di avakirina sûriyeya nû de bigrin û mafên wan di destûrê de were nivîsandin .

Share This Article