WELATIYÊN TAXA ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ XATIRÊ DAWÎ JI HUNERMENDÊ EFRÎNÎ CIWAN HESEN XWESTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi sedan welatiyên taxa şêxmeqsûd û Eşerfiyê yên bajarê Helebê, îro bi dilekî xemgî tevlî merasîma oxirkirina cenazeyê Hunermendê Efrînî Ciwan Hesen bûn ku ber bi Efrîna dagikirî ve bi rê kirin.

Welatiyan cenazeyê hunermendê nemir ji nexweşxaneya “Xalid Fecir” wergirtin û bi meş heya eywana Mîdya birin.

Li wir gel xatirê xwe ya dawî ji Ciwan Hesen xwastin, û ew bi erebeyan rêkirin bajarê Efrînê, da ku li gundê wî “gundê Gûrda” were veşartin .

Hunermend Ciwan Hesen, beriya çend rojan rastî qezaya şewatê hatibû û ew ber bi Nexweşxaneya Razî ya Helebê ve hate veguhestin, lê ji ber giranbûna rewşa wî, 22’ê Gulanê koça xwe ya dawî kir.

Share This Article