Di saetên serê sibê yên Cejna Qurbanê de, malbatên şehîdan, gel û saziyên sivîl û leşkerî serdana goristana şehîdan ya li navçeya Hikûmiyê kirin.
serdanvan li goristanê bi helkefta vê cejna Qurbanê hatin gel hev û silav dan hev, her wiha şekir û şêranî li hev belav kirin.
Li goristanê Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meryem Ibrahîm axivî û cejna Qurbanê li malbatên şehîdan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û neteweya îslamî pîroz kir.
Rêveberê saziya olî ya Reqayê Ibrahîm Oweys bi boneya Cejna Qurbanê pîrozbahî û bextewariya xwe pêşkêşî gelê herêmê kir.
