WELATIYÊN ŞÊX MEQSÛD Û EŞREFIYÊ BANGA BIDAWÎKIRINA DORPÊÇA LI SER HERDÛ TAXAN KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

derbarê dorpêça hêzên hikumeta veguhêz ji herdû taxan re, welatiyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bang li hikûmeta veguhêz a Sûriyê kirin ku pabendî peymana 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê be û ji bo aramiya Sûriyê xalên peymanan bi cih bîne.

Di 30’ê Îlonê de, hêzên hikumeta veguhêz riyên sereke yên di navbera taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û bajarê Helebê di nav de rêya Çerxerêya Leyremûn a li rojavayê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de girtin.

Duh jî rêya Çerxerêya Cendûn a li bakurê rojhilatê her du taxan hat girtin û xebatên bendên hevbeş ên li ser van her du rêyan sekinîn.

derbarê mijarê de welatiyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bang li hikûmeta veguhêz a Sûriyê kirin ku pabendî peymana 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê be û ji bo aramiya Sûriyê xalên peymanan bi cih bîne.

welatiyên der dû taxan bang li civaka navnetewî û hêzên ku destê wan di dosyaya Sûriyê de heye, kirin ku vê dorpêça hêzên hikûmeta veguhêz li ser her dû taxan ferzkiriye bi dawî bikin.

1’ê Nîsana îsal di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û nûnerên hikumeta veguhêz ên Helebê de peymanek têkildarî her du taxan hatibû îmzekirin.

Di çarçoveya pêkanîna peymanê de, 7 bendên kontrolê yên hevbeş ên di navbera hêzên ewlehiya giştî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên her du taxan de li ser rêyên sereke hatin danîn.

Share This Article