Endamê konseya rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar ji Rojava TV re geşedanên dawiyê yên Banga aştî û civaka demokratîk ya Rêber APO nirxand.
Zubeyir Aydar got, ew dixwazin pirsgirêkan bi rêyên siyasî û demokratîk çareser bikin, lê desthilatê heta niha ti gav neavêtine.
Her wiha diyar kir, heta mafên gelê Kurd nayên parastin û şertên Rêber APO neyên guhertin, PKK’ê nikare kongreya xwe bicivîne.
