WELATIYÊN QAMIŞLO PÊŞWAZIYA NOBETDARÊN BENDAVA TIŞRÎNÊ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

welatiyên Qamişlo pêwazî li gelê kantona cizîrê yên ku ji 21ˋê Çileyê ve nobedariya bendava tişrînê dikirin, kirin.
Piştî ku duh gelê kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê gihîştin Bendava Berxwedanê, gelê kantona Cizîrê yê ku li bendavê bûn gihîşt kantona Cizîrê.
welatiyên bajarê Qamişlo bi diruşmên silavkirina berxwedana QSDˋê û şehîd namirin, nobedarên vedigerin pêşwazî kirin.
piştî ku şêniyên kantona cizîrê gihîştibûn ser Bendava Tişrînê ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn hedef girtin û di encamê de welatiyên bi navên Mihyedîn Omer û Xezne Ebdî şehîd bûn û 20 kes jî birîndar bûn.
Şêniyên bajarên kantona Cizîrê bi verera xwe ya ji bendava tişrînê cenazeyê her du pakrawanan jî bi xwe re anîn.

Share This Article