ŞAREDARIYA DÊRIKÊ LI BAJÊR XEBATÊN ZIFTKIRINA RÊYAN DIDOMÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo kêmkirina qezayên trafîkê û sererastkirina rêyên bajêr, Şaredariya gel a bajarê Dêrikê dest bi pirojeya ziftkirina rêyan kir.

Ev heyama hefteyekê ye ku li bajarê Dêrikê ziftkirina rêyên sereke û yên nava bajêr dest pê kiriye.

Ziftkirin li ser du qonaxan tê çêkirin: Ya yekem paqijkirin û rakirina qîra kevin e û ya duyem jî qonaxa ziftkirinê ye.

Li gorî şardariyê, lêçûna pirojeya ziftkirina rêyan 250 hezar dolar e, û nêzî 4 hezar mk wê were zitkirin.

 

Share This Article