Welatiyên bajarê Qamişlo derbarê lidarxistina Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku konferasneke bi vî rengî, cihê şehnazî û serbilindiyê ye.
Di 8’ê Tebaxê de Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê hate lidarxistin.
Zêdetirî 400 delegeyên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî konferansê bûn. Her wiha şêxên Durzî û elewiyan ji bo konferansê peyamên bi dîmen şandin.
Di gel nerazîbûnên hikûmeta veguhêz yên li hember konferansê, lê pêkhateyên herêmê bi dilgermî pêşwaziyê li encamên wê dikin.
Welatiyên Qamişlo diyar kirin ku li darxistina konferasneke bi vî rengî, cihê şehnazî û serbilindiyê ye.
Welatiyan anîn ziman, li hemberî kesên ku dixwestin tevlîheviyê di nava gelê Sûriyê de derxin, konferans bû bersibeke xurt.
Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi encamnameyekê bi dawî bû ku tê de banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya berfireh hate kirin ku tê de tevahî hêzên nîştimanî û demokratîk beşdar bin.
