DESTEYA ÇANDÊ YA KANTONA CIZÎRÊ NAVENDA ÇANDA ERMENÎ LI HESEKÊ VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Bi armanca parastina çanda gelên herêmê, Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Meclisa Civakî ya Ermenî, Navenda Çanda Ermenî li bajarê Hesekê, vekir.

Di merasîma vekirinê de bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jinan û nûnerên meclisên leşkerî amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, deriyê navendê hat kirin.

Paşê Hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Firyal Çolî axivî û vekirina Navenda Çanda Ermenî li gelên herêmê pîroz kir.

Her weha Şêwirmendê Meclisa Civakî ya Ermenî Îmad Teteriyan jî axivî û bal kişand ser siyaseta qirkirinê ya ku Osmaniyan derheqê gelê Ermenî de pêk aniyê di heman demê de rola rewşenbîr û helbestvanên Ermenî di aşkerekirina vê siyasetê de.

Di dawiya merasîma vekirina navendê de koma “Saya Nofa”, stranên ji kelepûr û çanda ermenî pêşkêş kir.

Share This Article