WELATIYÊN QAMIŞLO JI BER BILINDBÛNA NIRXAN NIKARIN SOBEYAN BIKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Demsala Zivistanê li ber deriyan e, welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşwazîkirina zivistanê di nava amadekariyan de ne.

Lê bilindbûna nirxên sobe û alavên germkirinê yên ku xema sir û seqema zivistanê direvînin, barê welatiyan girantir kiriye.

Nirxê her sobeyekê li sûkên bajarê Qamişloyê di navbera 40 ta 50 dolarên amerîkî de tê firotin.

Welatiyek ji Rojava TV re dibêje, karîna wan têra kirîna sobeyan nake.

Firoşkarê sobeyan Silêman Salih jî diyar dike ku, welatî ji ber bilindbûna nirxan berê xwe didin sobeyên kevn.

Dewleta Tirk a dagirker jî di cotmeha îsal de bi dehan navend û stasyonên hilberandina pertolê rûxandin û vê yekê jî bandor li ser proseya belavkirina mazotê kir.

Share This Article