KONGRA STAR A LUBNANÊ KONGREYA XWE YA 1’EMÎN LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Kongra Star a Lubnanê kongreya xwe ya 1’emîn, li dar xist û tê de rêbazên birêxistinkirin û sazûmaniya rêxistinî ya kongrayê hat nîqaşkirin.

Bi dehan nûnerên koordînasyon û komîteyên Kongra Star a Lubnanê, nûnerên komeleyên jinan, Meclisa Jinan a PYD’ê û rêxistinên jinên ciwan tev li kongreyê bûn.

di kongreyê de li ser navê gongira Star axaftin hatin kirin û têde armanc û gavên Kongra Star di pêşerojê de çi ne hatin şîrove kirin.

Di kongreyê de rapora kar û xebatên Kongra Star a 2023 û 2024 hatin xwendin û dûre geşedanên siyasî yên li herêmê hatin nirxandin.

Di dawiyê de beşdaran li ser pêşxistina rêbazên birêxistinkirin û hişyarkirina jinan û sazûmaniya rêxistinî ya kongrayê li hev kirin.

Share This Article