Şaredariya gel a bajarê Qamişlo di sala 2024an dest bi gelek pirijeyan kir,ji wan pirojeyan jî ya çêkirin û sererastkirina riyan bû.
derbarê xebatê sererasrkirina riyan de Çavdêrê Fenî ya şaredariya gel a Qamişlo Yasîn Şêxmûs ji Rojava tv re behsa pirojeyên vê salê dike.
Şaredariya gel a bajarê Qamişlo di van demên dawîn de roleke sereke û girîng di prosesa geşepêdana herêmî de lîstiye, gelek riyên xerabe û zirar dîtiye sererast dike.
Şaredariya Qamişlo di heyama borî de gelek projeyên xizmetguzariyê li bajêr bi dawî anîn, ji bo temamkirina yên mayî jî xebatê xwe didomîne.
Derbarê mijarê û xebatê çêkirina riyan de Çavdêrê fenî ya şaredariya gel a bajarê Qamişlo Yasîn Şêxmûs ji Rojava tv re behsa pirojeyên sererastkina riyên sereke ên bajêr dike.
Yasîn Şêxmûs got, Me demek berê dest bi projeya kevirê şikestî bi qasî 5 hezar metrekup kir û niha me dora 3500 metrekup bi cih aniye.
Li gor agahiyên ku şaraderiya gel a bajarê qamişlo ji ROJAVA TV re parvekirine dê di nava pirojeyên xwe de ew ê dest bi pirojeya Kanalizasyonan bikin, lêçûna wê jî bi qasî 20 hezar dolarê Emerîkî tê texmînkirin.
