WELATIYÊN AMÛDÊ: BI RIHÊ BERXWEDANA TAXÊN HELEBÊ, EM Ê LI BER XWE BIDIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Li hember êrîş û kiryarên çeteyên ser bi hikûmeta demkî ve û êrîşên li dijî Dêr Hafir û bendava Tişrînê, bi sedan welatiyên bajarê amûdê daketin qadan û helwesta berxwedanê li hember êrîşan dan.

Di meşê de bi sedan welatiyên Amûdê, saziyên sivaka sivîl, partiyên siyasî û hêzên ewlekriya hundirîn tevlî meşê bûn û alên hêzên ewlekariya hunbdirîn rakirin.

beşdarên meşê siloganên bijî “berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, wê serkeftin ji gelê Kurd re be” berz kirin û diyar kirin ku dê bi rihê berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li dijî êrîşan li ber xwe bidin.

her wiha soz dan ku ew ê her dem li qadan û li kêlek şervanên xwe bin heta ku serkeftinê bi dest bixin.

Share This Article