LI ŞEHBAYÊ 81 XWENDEKÊN PAYMENGEHÊN RÊVEBERIYA XWESER DERÇÛN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn-Şehbayê şahiyek ji bo 81 xwendekarên ku ji Paymengeha Şehîd Viyan Amara û paymengeha tenduristiyê derçûne re li dar xist.
Şahiya derçûnê bi amadebûna nûnerên Rêveberiya xweser, endamên deste, meclîs û desteya Perwerdeyê li hola Mîtan a bajarokê Ehdas li dar ket.
Di şahiyê de 65 xwendekarên Peymangeha Viyan Amara û 16 xwendekarên paymengeha tenduristiyê ku derçûne hatin xelatkirin.
Di merasîma derçûnê de axaftin hatin kirin û tê de hate gotin, tevî şert û mercên zehmet xwendekaran bi israr xwendina xwe berdewam kirin û gihêştin asta serkeftinê.
Her wiha hate diyarkirin ku, bi saya şehîdên ku canê xwe feda kirine, îroj ev şahiya derçûnê tê lidarxistin.
Piştî axaftinan, sînefizyonek derbarê pêvajoya xwendinê li herdu paymengehan hat pêşandan, her wiha xwendekarên derçûne hatin xelatkirin.

Share This Article