KOÇBERÊN EFRÎNÎ AMADEKARIYÊN PÊŞWAZÎKIRINA CEJNA QURBANÊ DIKIN
Tevî êrîşên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça Hikumeta Şamê ya li dijî Herêma Şehba jî Koçberên Efrînî amedekariyên pêşwazîkirina Cejna Qurbanê dikin û ji xwedê hêvî dikin ku ev Cejn bibe cejna vegera wan a li ser ax, milik û malên xwe.
Tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça Hikumeta Şamê li dijî Herêma Şehba koçberên Efrînî amedekariyên pîrozkirina Cejna Qurbanê dikin
Lê ji ber dorpêça Hikumeta Şamê nirxê hemû pêdiviyên taybet bi Cejna Qurbanê buha bûne û zehmetî hene.
Kamîreya RojavaTV di nava bazara li gundê Bab Nisê de geriya, amedekariyên koçberan ji Cejnê re şopand.
Cîhan Ismayîl a ji koçberên Efrînê got, bila dijminên me baş nas bikin ku tevî hemû êrîşan jî em ê Cejna xwe pîroz bikin.
KOÇBERÊN EFRÎNÎ: BILA DIJMINÊN ME BIZANIN, TEVÎ HEMÛ ÊRÎŞAN EM Ê CEJNA XWE PÎROZ BIKIN
Her wiha firoşkarê cilan Omer Dawûd jî diyar kir ku dorpêça Hikumeta Şamê ya li dijî Şehba nirxê hemû pêdiviyên Cejnê zêde buha kiriye.
FIROŞKARÊ CILAN: DORPÊÇA HIKUMETA ŞAMÊ, NIRXÊ HEMÛ PÊDIVIYÊN CEJNÊ BUHA KIRIYE
Bi hatin Cejna Qurbanê re û di van rojên Erfata pîroz de koçberên Efrînî ji Xwedê hêvî dikin ku ev Cejn bibe wesîleya vegera wan a li ser ax, milk û malên xwe da ku ji vê rewşa zehmet û bi êş a niha tê re derbas dibin xilas bibin.
