Li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo civînek di bin diruşmeya “Avakirina Komînan Avakirina Civaka Demokrat a Azad e” ji komîn û meclisan re hate lidarxistin.
Beşdarên civînê diyar kirin ku komîn bingeha civakê ye û divê her kes giringiya komînê nas bike.
Komîn û Meclîsên bajarên Qamişlo û Hesekê yên kantona Cizîrê amadekariyên lidarxistina konferansan dikin.
Di vê çarçoveyê de di bin diruşmeya “Avakirina Komînan Avakirina Civaka Demokrat a Azad e” civînek li navenda Mihemed Şêxo a çand û hûner ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Civîn bi beşdariya Endam û hevserokên Meclîs û komînên bajarê Qamişlo û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê hat sazkirin.
Ji nava civînê Hevsroka komîna Şehîd Berxwedan a taxa xerbî Samiya Xelîl anî ziman ku komîn bingeha civakê ye û divê her kes giringiya komînê nas bike.
Her wiha Hevserokê Meclîsa Bajarê Qamişlo Izedîn Gedo jî diyar kir, her ku komîn bi hêztir dibe civak jî pê re bi pêş dikeve.
Civîna Komîn û meclîsan ya ku li navenda Mihemed Şêxo a çand û hûnerê ya li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin, bi parvekirina nêrîn û nirxandinên beşdaran bi dawî bû.
