Bi armanca vejandina rola sporê di nava saziyan de, bi serpereştiya saziya tendurstiyê li navçeya Amûdê doh turnuvaya fitbolê ya saziyên navçeya Amûdê bi navê şehîd Yusra Derwîş û şehîd Dilsoz Hebîb yên ku li ser destê dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne hate vekirin.
Di nava turnuwayê de 13 tîmên saziyan cihê xwe digirin û dê 29 matchan bilîzin.
Li gor serpereştên turnuwayê dê lîstik li gorî girûpan bi rê ve here û dê heta heyvekê dewam bike.
Serpereştê turnuwayê Elî Fêsel diyar kir ku armanc ji turnuwayê ew e ku peyamekê bigihînin dijmin ku ew ê nikaribe vîna gel bi êrîşên hovane bişikînin.
