Partiya Yekîtiya Suriyanî bi çalakiyekî qurbaniyên komkujiya Sêfo ku bi destê Osmaniyan pêk hatiye,li bajarê qamişlo bibîranîn.
di çalakiya bîranînê de, nûnerên rêveberiya xweser, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Sûriyanî û pêkahetên sûriyanî başdarbûn.
piştî deqeyeke rêzgirtin, axaftin li ser navê Partiya Yekîtiya Sûriyê û Rêveberiya Xweser ve hatin kirin û tê de bal kişandin ser komkujiyên dewleta tirk a dagirker ku li dijî gelê sûriyanî hatine kirin û hat gotin ku hîna jî sûc û şerê dagirkeriya Tirk li dijî gelê Sûriyê dewam dike.
piştî axaftinan, bi stran û şanoyan qurbaniyên komkujiya sêfo hatin bibîranîn.
