DESTEYA ŞAREDARÎ Û JÎNGEHÊ YA CIZÎRÊ ZIFTKIRINA RÊYA DI NAVBERA AMÛDÊ Û M4 DE BI DAWÎ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Şaredarî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê îro bi daxuyaniyekê pirojeya ziftkirina rêya di navbera navçeya Amûdê û M4 de bi dawî kir.

Piştî demeke dirêj ji projeya ziftkirina riya di navbera Navçeya Amûdê û riya M4 de, îro Desteya Şaredarî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bidawî kirina wê pirojeyê bi dawî kir.

Daxuyanî li ser riya di navbera Amûdê û M4 a li nêzî gundê Sinceqê ji aliyê Hevserokê Desteya Şaredarî û Jiîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb ve hate xwendin.

Ereb da zanîn ku lêçûna pirojeyê 430 hezar dolar bû, di nav de 26 hezar mm ji madeya zifitê hate rastkirin û li gor pîvanên navnetewî hatiye çêkirin.

Share This Article