MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A QAMIŞLO 350 ŞEHÎDÊN MEHÊN ÎLON, COTMEH Û MIJDARÊ BI BÎR ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya salvegera 47’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo 350 şehîdên ku di mehên (Îlon, Cotmeh û Mijdarê) li deverên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê, bi vekirina “Hola Bîranîna Şehîdan” a ku li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hatiye çêkirin, dest pê kir.

Piştî deqeyek bêdeng ji bo bîranîna şehîdan, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan axaftinek hate kirin û tê de bal hat kişandin ser fedakariyên mezin ên şehîdan ji bo welateke azad û bidestxistina azadî û rûmetê.

Merasîma bîranînê bi pêşkêşkirina vîdyoyekê li ser şehîdan û fedakariyên wan bi dawî bû.

Share This Article