Dewleta Tirk 26’ê Cotmeha îsal bi rêya balafirên xwe yên bê mirov 3 caran Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Amûdê bombebaran kirin.
Dema ku Tîmên Agirkujê berê xwe dan cihê bûyerê da ku agir vemirînin û birîndaran rizgar bikin, careke din navend hate bombebarankirin û di encamê de 8 kes birîndar bûn.
Endamê Tîma Agirkujê ya Amûdê Xalid Macî got: Tirkiyê tîmên agirkujê û sivîlan dike armanc.
Xalid Macî ji Civaka Navneteweyî xwest ku pêşî li sûcên Tirkiyê yên li dijî herêmê bigire
Dewleta Tirk ji 23ê heya 27ê meha borî bi rêya balafirên xwe yê şer, bê mirov û çekên giran êrîşî seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û di van êrîşên xwe de Navendên Xizmetguzerî, Ekîbên Rojnamevanan û Tîmên Agirkujê jî armancgirtin.
