Duh li taxa Tey a bajarê Qamişlo ‘Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê’ der barê propagandaya hilbijartinê de şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de bi dehan xelkê taxa Tey a Qamişlo, endamên Kongra Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn.
Şahî li komîngeha Şehîd Orhan hat lidarxistin.
Namzetên Tifaqê yên şaredariya bajarê Qamişlo xwe dan nasîn û bernameya xwe ya hilbijartinê aşkera kirin.
Şahî bi gerandina dîlana azadiyê bi dawî bû.
