TEVGERÊN JIN ÊN HERÊMÊ KIRYARA KUŞTINA BIJÎŞKA HINDÎ ŞERMEZAR DIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

Di çarçoveya daxwaza edaletê û hesabpirsîna kujerên doktorê Hindistanê, Rêxistinên femînîst ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku bi serhildana jinên Hindistanê re bibin yek.

Çalakvanên jin destnîşan kirin ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” wê bibe sloganek navneteweyî ji bo azadiya hemû jinan.

Li hember kuştina bijîşkeke Hindî û destdirêjahiya li ser wê, çalakvanên mafên mirovan û pisporên bijîşkî xwepêşandanan li dar dixin, da ku zextê li ser peywendîdaran bikin û dadmendiyê pêk bînin.

Ji ber ku pirsgirêka jinê yek e û nayê parçekirin, rêxistin û tevgerên femînîst li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezarkirina tawanên hovane radigihînin û helwesta xwe ji cîhanê re radigihînin ku dadmendiyê pêk bînin û dawî li binpêkirina mafên jinan were.

Di vê derbarê de endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star “Rûken Ehmed” da zanîn ku ev zihniyeta nijadperestî ku li Hindistanê li dijî jinan tê meşandin, ji ber nezaniya civakê pêk tê.

Ji aliyê xwe ve endama Meclîsa Perwerdê ya Kongra Star Bêrîvan Yûnûs got ku dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ku îro li Hindistanê tê dîtin, bûye dirûşmeya têkoşîna jinan a li dijî zilmê .

Cenazeyê doktora 31 salî ku kuştî hatiye dîtin, bû sedema herikîna jinan di nav qadên Hindistan de.

Vê herikînê destnîşan kir ku jin hêzeke naye xapandin û divê mafên wan bê bidestxistin û destdirêjî li wê neyê kirin.

Share This Article