Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derbarê êrîşên çekdarên hikumeta Veguhêz li dijî herdu taxan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşa komên girêdayî hikûmeta veguhêz a li ser her du taxan ji berê ve hatiye plankirin û hazirkirin.
Her wiha hate diyar kirin ku Ev kiryar binpêkirineke eşkere ya prensîbên qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan in, bi taybetî prensîba parastina sivîlan û nearmanckirina deverên niştecihbûnê.
Meclisa Giştî ya herdu taxan di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku erkê xwe yê exlaqî bicîh bînin û hesab ji sûjdaran bixwazin.
