BI HEZARAN ŞÊNIYÊN KOBANÊ JI BO AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN MEŞIYAN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê îro bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xistin.

Meşevanan diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedan û têkoşîna xwe xurttir bikin.

Gelê bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya Fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de ne.

Xelkên bajarê Kobanê Îro di bin dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokratîk e” meşek girseyî li dar xistin.

Bi hezaran xelkên Kobanê, endamên Sazî û rêxistinên Sivîl beşdarî meşê bûn.

Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Aştiyê veguherî mîtîngê.

Di mîtingê de hat destnîşankirin ku, Rêber Apo ji bo azadiya gelan têkoşiya, divê her kes xwedî li felsefeya Rêber Apo derkeve.

Her wiha di mîtingê de hat tekezkirin ku, rêber APO bi ramanên xwe dikare pêşengtiyê ji çareserkirina tevahî pirisgirên li rojhilata navîn re bike.

Di dawiya mîtinga xelkên bajarê Kobanê de piştî axaftinan, dirûşmên ” Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Share This Article