Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Reqayê ji bo perwerdekirina jinan li ser amûrên mûzîkê, perwerdeyek vekir.
Di perwerdeyê de, nêzî 34 jin ji hemû temenan ku ji Reqayê û gundewarên wê ne beşdar bûn.
Jinên di perwerdeyê dê li ser amûrên wek Ûd, Gîtar, Keman û Tembûrê werin perwerdekirin.
Perwerde wê heya heyvekê dewam bike.
Li gorî Tevgera Hîlala Zêrîn armanc ji perwerdeyê pêşxistina jinan di hemû warên jiyanê û bi taybet warê Mûzîkê de ye.
Tevgera Hîlala Zêrîn ji destpêka damezrandina xwe ve li ser pêşxistina jinan di qada çand û hunerê de kar dike .
