Desteya çand û huner bi hevrêziya li gel tevgera çandê ya kantona efrîn-şehba şahiyek li gundê um el hoş ê bajarokê ehrs li dar xist.
Şahî bi beşdariya koçberên efrînî, xelkên şehba û şêniyên gund hate lidarxistin.
Di şahiyê de li ser navê desteya çand û hunerê axaftin hate kirin û têde hate gotin, çiqas dagirkerî êrîş bike, vîna wan nayê şkandin û ewê her dem li ser xaka xwe bin û li hember êrîşan berxwebidin.
Paşê stran hatin gotin û xelekên govendê hatin gerandin.
Li gorî desteya çand û hunerê, şahî bi armanca bilindkirina moralên xelkên şehba û koçberên efrînî hate lidarxistin, ji ber ku rojane gundê um el hoş tê topbarankirin.
DESTEYA ÇAND Û HUNERÊ ŞAHIYEK LI UM EL HOŞ LI DAR XIST
