Bi destpêkirina demsala çinîna zeviyan li herêmê, kampaniya pêşxistina çandiniyê rêzekomxebatên perwerdeyê ji bo karmendên navendên wergirtina genin li dar dixe.
Kompanya Pêşxistina Çandiniyê bi hevkariya Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê ya rêveberiya xweser li kantona Reqa, Tebqa, Dêrezorê, Minbic û Firatê dest bi komxebatên perwerdeyê kiriye.
Li gorî komîteya amadekar armanc ji vê yekê pêşxistina pisporiyê li cem karmendan e û dê hefteyekê bidome.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kompanya Pêşxistina Çandiniyê beriya niha ragihandibû ku wan hemû navendên wergirtinê li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê amade kirine û dê di demeke nêzîk de roja wergirtina berheman diyar bikin.
