HÎLALA ZÊRÎN JI BO GIRINGIYA ROLA JINAN DI SÛRIYA NÛ DE DAXUYANIYEK DA

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Hîlala zêrîn a kantona Raqayê ji bo giringiya rola jinan di avakirina sazûmaniya sûriya nû de daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amedebûna bi dehan jin li ber navenda tevgerê hate xwendin û tê de hat gotin ku ji destpêka mirovahiyê ve role sereke ya birêvebirinê ya jinê bû.

Her di daxuyaniyê de tekezî bi lîstina rola jinên ku bi salane ji bo maf û azadiya xwe bi dest bixin têkoşiyan e di nava avakirina Sûriya nû de hat kirin.

Di dawiyê de tevgera Hîlala zêrîn bang li tevhî jinan kir ku ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe asta tekoşînê bilind bikin, tu desthilatê ji xwe re wekî qeder nebîne û bi felesefeya jin jiyan azadî xwe azad û serfiraz bikin.

Share This Article