Endamê koordînasyona însiyatîva parêzeran ya parastina Rêber APO Cibraîl Mistefa dibêje, banga Rêber APO xwedî giringiyeke dîrokî, siyasî, yasayî û aborî ya gelekî mezin e.
Her wiha çalakvanê hiqûqî û parêzer Ciwan Îso jî diyar dike, banga Rêber APO bangeke dîrokî ye û divê bersiva wê were dayîn.
Banga Aştî û civaka Demokratîk ya Rêber APO ku doza çareserkirina pirsgirêka Kurd di çarçoveyeke yasayî de dike, li seranserî cîhanê deng vedaye.
Ji koşka Spî, ta bi welatên rojavayî, Rojhilata Navîn û partiyên Kurdî her kes piştevaniyê dide banga sedsalê ya Rêber APO.
Endamê koordînasyona însiyatîva parêzeran ya parastina Rêber APO Cibraîl Mistefa dibêje, banga Rêber APO xwedî giringiyeke dîrokî, siyasî, yasayî û aborî ya gelekî mezin e.
Her wiha çalakvanê hiqûqî û parêzer Ciwan Îso jî diyar dike, banga Rêber APO bangeke dîrokî ye û divê bersiva wê were dayîn.
Piştî banga 27’ê sibatê, PKK’ê roja 1’ê Adarê ragihand ew tevlî bangê dibin û agirbesta yekalî ragihand. Piştî van gavan niha çavê her kesî li dewleta Tirk e ku dê gavên cidî biavêje yan jî weke carên berê pêvajoyê sabote bike.
